Bûyerên civakî bi rêjeyeke mezin bandorê li mirov dikin; ji ber vê yekê ne mimkun e ku mirov bi tena serê xwe bijî. Di vê çarçoveyê de mirov her tim di nava hewldan û lêgerîneke domdar de bûye ka çima û çawa dijî.
Li ser vê bingehê mirov di lêgerîna naskirina xwe, gerdûnê, jiyanê û derdora xwe de bûye. Naskirinek vediguhere pêşketinê; pêşketin jî vediguhere awayê jiyana bi rêxistin. Mirov bi destkeftiyên wekî keşfa dermanê xwezayî, çandinî, zanist û ziman gihîştiye astekê ji pêşketinê. Li gorî asta pêşketinê wateyê dide jiyana xwe û debara koma xwe dabîn dike. Bi vî awayî jiyana komûn-klanê ya ku xwe dispêre çanda dayik-jinê pêk tê. Ji ber vê yekê mirov li dora dayik-jinê kom dibin û bi rêz, hurmet û wekî hebûneke mûcîzewî nêzî jinê dibin. Dayik-jin siyaseta xwe ya derbarê xwarina rojane de vediguherîne hilberîneke domdar; ev jî di jinê de hişmendiya jiyaneke aştîxwaz û parêzvana civakê pêş dixe. Bi vî awayî jin bi enerjiya xwe ya herikbar û domdar awayê jiyana komûnal şikil dide.
Li hember vî awayê jiyana komûnal dijberiyek derdikeve holê û komûna yekem rastî êrîşên giran tê. Bi pêşketina hişmendiya komên nêçîrvan ên mêr, yekem nakokiya di navbera jin û mêr de dest pê dike. Ev nakokî her ku diçe mezin dibe; digihîje nakokiya di navbera civak û desthilatdariyê de, yanî vediguhere dualîteya Komûn-Dewlet. Di dirêjahiya dîrokê de heta îro tevgerên civakî li hember desthilatdarî, zordarî û êrîşan her tim di nava liv û tekoşînê de bûne; bi awayê jiyana komûnal xwe parastine û jiyana xwe domandine.
Dîroknas û zanistên sosyolojiyê (civaknasî), ji bo naskirina dîroka civakê û ronîkirina jiyana civakê ji aliyê îroyîn ve her tim di nava liv û lêgerînê de ne. Lê teoriya fizîkê ya Newton a ku xwe dispêre zanista pozîtîvîst, dîroka civakan perçe dike, li kategoriyan parve dike; yanî mirovan wekî reş-spî, karker-patron, dewlemend-feqîr bi vî awayî ji hev cuda dike û cuda cuda digire dest. Cudakirina civakên xwedî dewlet û yên bê dewlet, dibe sedema hilweşîna sosyalîzma pêkhatî bi teoriya şerê çînan. Bi rêbazên sosyalîzma pêkhatî hewl didan civak û komûnalîteyê biparêzin; lê haya wan jê tunebû ku bi vî awayî civak perçe dikirin. Civaknasan li gorî vê rastiya civakî heqîqet bi awayekî perçekirî pênase kirin. Lê bi pêşketina zanista kuantûmê ya ku eşkere kir her tişt ji veguherînê re vekirî ye û perçeyê herî biçûk perçeyê herî xurt, bi bandor û diyar e, ev şêweyê nû yê zanista kuantûmê gelek teorî guhertin; yanî dawî li rastiya teoriya mekanîk anî. Ji ber ku nêzîkatiya mutleqparêz a ku tenê xwe dispêre îspatkirinê, rastiya civakê ronî nake. Heqîqeta civakê hevpar e; yanî civak ne kole ye ne jî kapîtalîst e. Rêber APO destnîşan kiriye ku kasta qatil a ku xwe bi şêweyê dewleta Sumeran nû kiriye, pêş ketiye û heta îro hatiye û civak xistiye rewşeke giran. Bi vî awayî hewl daye civakê ji jiyana wê ya komûnal dûr bixe.
Şerê di navbera sîstema civakî ya komûnal û dewletê de her ku diçe pêş dikeve û ev rewş heta îro jî didome. Gelo çima zihniyeta dewletparêz ewqas li dijî civakbûnê derket?! Gelo mirov dikare bê civak bijî?! Bê guman ev ne mimkun e. Civakbûn di esasê xwe de israra li ser mirovbûnê ye. Pêkhatina mirovahiya modern jî tê wateya gihîştina mirovahiyê di asta herî bilind de; ji ber vê yekê çi ji kesayetê bê xwestin, divê di asta herî bilind de bigihîje berpirsyarî û erka mirovahiyê. Sosyalîzma demokratîk jî rêberê sîstema neteweya demokratîk e û mirovên azad ên ku civakê diparêzin diafirîne.
Hezkirin, xwedîderketina li hev, piştgirîdana hev û bi hev re şêwirîn, ruhê berpirsyariyê di asta herî bilind de pêş dixe. Ev jî tê wateya sosyalîstbûnê. Wê demê civakbûn, yanî sosyalîzm jî di esasê xwe de dualîteya hevsengiyê ya di navbera tak, civak û xwezayê de ye. Yanî dualîte tê wateya avakirina paradîgmayeke jiyana hevpar bi şêwirîn, pirrengî û pirdîtinê. Sira civakbûnê jî girêdayî avakirina çanda demokrasiyê ye. Civakbûn jî xwe dispêre awayê jiyana komûnal.
WÊ DEMÊ KOMÛN JI BO MIROVAN TÊ ÇI WATEYÊ?! KOMÛN ÇI YE?
KOM, di zimanê Aryenî de tê wateya civat û li hev kombûnê. Komûnalîte jî jiyana hevpar a mirovan îfade dike. Bi rêya komûna ku li ser axa Kurdistanê û li ser bingeha çanda Zagros-Torosê pêş ketiye, gelo em dikarin bigihîjin wê encamê ku sîstema komûnê ji van axan dest pê kiriye?! Dîroka Medan vê yekê piştrast dike: gihîştina yekîtiya komûnan bi rêya yekîtiya eşîr û qebîleyan, mînaka herî balkêş e ku ji wir li cîhanê belav bûye û civakbûn pêş xistiye. Komûn li dijî milkiyet, zordarî û çînbûnê; li dijî zihniyeta zayendperest, netewperest û olperest derdikeve û li hember desthilatdariyê serê xwe natewîne. Li hember despot û xwedî desthilatan esasê civakê diparêze. Di vê rê de bedelên giran jî dide.
Nakokiya di navbera komûn û dewletê de heta îro didome. Mînakên vê jî Şerê Cîhanê yê Yekem û Duyem û şerên giran ên îroyîn in ku wekî Şerê Cîhanê yê Sêyem tên binavkirin. Di Şerê Cîhanê yê Sêyem de her cure teknîkên xeternak tên bikaranîn û mirov bê sînor ji kok û esasê xwe dûr dikevin. Komên mêr ên desthilatdar ên ku bi nêçîrê heywan dikuştin û xwîna wan vedixwarin, bi demê re dest danîn ser berhemên dayik-jinê. Li ser vê bingehê bi hovîtî ber bi civakê ve çûn û vê carê xwîna mirovan vedixwin, êrîşî jin û zarokan dikin. Di encamê de haya vê sîstema kapîtalîst a hov jê tune ku dara ku li ser rûniştiye bi destê xwe dibire û hindik maye bikeve. Bi vê tundî û hovîtiya xwe ya bêpîvan sîstema xwe bi destê xwe hildiweşîne. Di encama pratîkên kapîtalîzmê de tundî, koçberkirin, talan, kuştin û destdirêjî wekî çandekê, wekî şaneyên penceşêrê belav dibin. Dema ku ev pratîk di serdemên ku zanist bi navê xwe di asta herî bilind de pêş ketiye de diqewimin, çawa dibe ku mirov ji birçîna dimirin! Mînaka vê jî şerê li Xezeyê, Sûriyeyê, Sûdanê û Kurdistanê tê meşandin e. Şerên olî û mezhebî, şerên navxweyî û jenosîd bê sînor û bê hesab pêş dikevin.
Wekî tê gotin, civak roja qiyametê bi çavên xwe dijî û dibîne. Pir balkêş e ku ew zanista ku di serdemên xwe yên mîna kulîlkeke nû vebûyî de li dora jina xwedawend pêş ketibû û xizmeta civak û xwezayê dikir, îro ji aliyê zihniyeta mêr a desthilatdar ve ji destê jin û civakê hatiye dizîn. Çawa dibe ku ev zanista civakî tê dizîn? Ne tenê tê dizîn; di heman demê de wekî hêzekê bi hovîtî li dijî gerdûn, xweza û civakê tê bikaranîn.
Bê guman ne mimkun e ku xwezaya yekem û duyem vê sîstemê li ser xwe qebûl bikin. Dîroka mirovahiyê ya ku her tim bi şêweyê komûnê jiyaye, bi pêşketina dîroka civakî ji klan û komûnê ber bi qebîle, eşîr, gund û jiyana bajêr ve, şêweyê xwe yê civakî girtiye û sîstema xwe bi xwe birêve biriye. Di esasê xwe de xwe parastiye. Heta ji bo ku xwe li hember zihniyeta faşîst û talanker biparêzin û nekevin bin serweriya wê, pêşî bi şêweyê qebîleyan li çiyan xwe parastine. Li ser vê bingehê, her çiqas ji esasê xwe dûr ketibe jî, sîstema komûnal a qebîle û eşîran heta îro wekî kevneşopiyekê domiyaye. Dewlet civakê dike du par; yanî bi avabûna dewletê re civaka bindest û serdest çêdibe. Ev zihniyet heta îro bi pêşengiya kapîtalîzmê bi navê zihniyeta mêr a desthilatdar hatiye pêşxistin. Armanca sîstema kapîtalîst a ku îdeolojiya xwe dispêre dewlet-neteweyê ew e ku civakê bê kok bihêle, bixe xizmeta xwe û bi vî awayî ji dîrok, çand û bîra wê dûr bixe. Ji ber vê yekê li çar aliyên cîhanê gel li dijî vê sîstemê serî hildane, xwe birêxistin kirine û xweseriya xwe ya civakî parastine.
Ji serdema dayik-jinê dest pê kiriye heta tevgerên gelêrî yên ku bi rêya olên yekxwedayî pêş ketine, ji Xiristiyan û Misilmanan heta Zerdeştiyan, Şêx Bedreddîn û Qermetiyan, armanca her tevgerê hişyarkirin û birêxistinkirina civakê bû. Di heman demê de li ser bingeha nirxên komûnal hewl dan mînaka jiyana komûnal biparêzin. Bo nimûne di tevgera Qermetiyan de ku sîstema wê di navbera salên 899 û 1077an ên zayînî de, nêzî 180 salan domiya, civak bi şêweyê sîstema komûnal birêxistin bûbû. Li ser vê bingehê di nava xwe de milkiyeta taybet rakiribûn û di nava komûnê de jin pêşengî dikir. Bi vî awayî awayê jiyana komûnal dihat jiyandin.
Di heman demê de Peymana Medîneyê jî heye. Ev peymana ku Hz. Muhammed ragihandibû li ser 48 xalan ava dibû; xala wê ya herî diyar û bi bandor xala yekem bû. Ev jî xala El-Muadele, yanî dadmendiya civakî bû. Xala duyem El-Marifa bû, ku tê wateya ku hemû pêkhate bi awayekî zanistî hev nas bikin, bi hev re bijîn û qîmetê bidin hev. Xala sêyem Aldifa bû, yanî hemû ol û gel ji parastina bajarê Medîneyê berpirsyar in. Ev jî tê wateya komûna ku jiyana xwe li ser nirxên civaka exlaqî û polîtîk ava dike.
Di dîroka Yewnanan de jî felsefeya Sokrates a xwenaskirinê dikeve rojeva civakê. Bi rêya diyalog û sohbetên komî ev nîqaş vediguhere li hev kombûnê. Sokrates bi vê li hev kombûnê hişê mirovan fireh dike û asta xwepirsînê digihîne ya herî bilind. Ev jî vediguhere mijarekê ku dihêle civak di asta jiyana azad û exlaqê civakî de çand û hebûna xwe bipirse, bi şêweyê komûnê li hev kom bibe û civakbûna xwe li ser bingeha nirxên exlaqî û polîtîk bi hişmendî bijî.
Armanca hemû tevgerên ku derketin holê, parastina esas û exlaqê civakê bû. Tevgerên gelêrî yên ku xwe dispêrin hêza civakê, ji bo parastina mafên xwe yên xwezayî serî hildan û tekoşîn meşandin. Armanca van tevgerên civakî xwe dispart rastiyên hebûn û çanda wan bi xwe. Mînaka vê jî şoreşên Fransa û Spanyayê û sîstema Swîsreyê bûn. Armanca wan ew bû ku bi rêbazên modern pêşengiyê bikin, daxwazên gel birêxistin bikin û pêşerojeke ewle û azad ava bikin. Bo nimûne şoreşa ku di sala 1848an de li Fransayê bi pêşengiya gundiyan li dijî desthilatdariyê pêş ket. Ji ber bêkarî û newekheviyê, bi dirûşma Nan û Kar tevgerên civakî pêş ketin. Mirov dikare bibêje ku ev tevgerên civakî di wê demê de xurt bûn. Şoreşa Fransayê ya ku di salên 1870-1871an de dîsa derket holê, her ku çû careke din veguherî şoreşeke civakî û li bajarê Parîsê ji aliyê aktîvîstan ve bi navê komûnên radîkal ên serbixwe sîstemek hat ragihandin. Sîstema Komûna Parîsê li ser bingeha îradeya gel xwe ava kir. Endamên komûnê bi hilbijartinên demokratîk ji nav karker, jin, ciwan, zarok, bijîşk û gundiyan dihatin hilbijartin. Di avakirina komûnê de xala herî girîng jî ew bû ku xweparastin mijara bingehîn a hemû endamên komûnê bû. Di warê olê de her kes dikare ola xwe bijî, lê divê ol nebe amûreke siyasîkirinê. Lê hêzên desthilatdar, di encama hevkariya navbera hukûmeta Thiers û Prûsyayê de, Komûna Parîsê dorpêç kirin û bi hovîtî êrîşî komûnên Parîsê kirin. Her çiqas hêzên tevgerên civakî serî netewandibin jî, di encamê de di Komûna Parîsê ya ku 72 rojan li ber xwe da de nêzî 30 hezar kesî jiyana xwe ji dest dan. Ev komûn di demeke pir kurt de rastî êrîşan hat û sîstema Komûna Parîsê bi vî awayî hilweşiya. Gelo sedema serneketina Komûna Parîsê çi bû? Mijara herî bingehîn ew bû ku otorîteya komûnê ava nebûbû. Xala duyem lawaziya di birêxistinbûna komûnê de bû. Herwiha pirsgirêkên pêşengiyê, nesepandina rêbazên demokratîk û nefirehkirina sîstemê jî hebûn. Ji ber van sedeman Komûna Parîsê rastî hilweşînê hat.
Şoreşa Oktobrê, yanî Şoreşa Oktobrê ya ku di sala 1917an de li Rûsyayê pêş ket, civak bi awayekî fireh hembêz kir, bi pêşengiya jinan sîstema demokratîk bi şêweyê komûnê pêş xist û ji her alî ve xwe bi xwe birêve bir. Ev sîstem bû mînak û li hemû cîhanê bandoreke pir mezin çêkir. Bi taybetî sîstema perwerdeyê ya ku yekîtiyeke hevseng di navbera teorî û pratîkê de ava kir, bû yek ji mînakên herî bi bandor. Di warên çandinî û jiyana komûnal de, di warên şerê neteweyî û piştgiriya tevgerên navneteweyî de jî ev şoreş bû mînaka herî xurt. Lê sedema serneketina vê şoreşê, tevî ewqas bedel û keda mezin, mijareke lêkolîn û lêpirsînê ye. Gelo ev sîstem çima hilweşiya?! Dema em şîrove dikin, em dibînin ku sedemên hilweşînê ev in: Ya yekem, nedîtina cudahiya di navbera sîstema kapîtalîst û modernîteyê de. Ya duyem, birêvebirina civakê bi zihniyet û rêbazên dewlet-neteweyê; ev jî bû sedem ku piştevanî çênebe. Ya sêyem, ketina pêşbaziyê bi sîstema kapîtalîst re ji bo avakirina aborî û pîşesaziya xwe. Xala çarem jî helwesta kadroyên pêşeng bû ku bi şêweyekî bûrokratîk tevdigeriyan, xweperestiyê esas digirtin û her tişt tenê ji bo Sovyetan esas digirtin. Ev jî bû sedema rizîn û hilweşîna şoreşa Sovyetê ji hundir ve.
Mamika Swîsreyê: Gelê ku li çiya û gundan dijî, heta îro bi sîstema xwe ya demokratîk tê naskirin. Dîroka Swîsreyê xwe dispêre tevgerên civakî yên ku li dijî sîstema navendî gelek tekoşîn meşandine. Li ser vê bingehê hem di şerên navxweyî de hem jî li dijî xwedî desthilatan tekoşîn kirin. Sîstema ku jê re komûn an kanton tê gotin, bi pêşengiya şoreşgeran li gundan, li cihên bilind hatibû avakirin. Di sala 1848an de di encama lihevkirinekê de destûra bingehîn a demokratîk hat pejirandin. Li ser vê bingehê sîstemeke pirneteweyî, pirzimanî û pirolî di bin sîwana sîstema demokratîk de bi fermî hat ragihandin. Mirov dikare bibêje ku sîstema Swîsreyê ya ku bi salan demokrasî esas girtiye, nêzî sîstema neteweya demokratîk e. Lê mijara herî girîng ew e ku di nava xwe de sînorkirî maye û sîstem negihandiye hemû cîhanê. Ji ber vê yekê şoreşek çiqas bi beşdariya gel pêş bikeve jî, heke venegere birêxistinbûna sîstema civakî ya demokratîk, wê demê di esasê xwe de encam wê desthilatdarî be.
Mînaka Skotlandê: Rêbertî sîstema Skotlandê wekî sîstema neteweya demokratîk pênase dike. Di sala 1998an de Skotland wekî rêveberiya herêmî hat ragihandin. Li ser bingeha peymaneke ku mafên gelan nas dike, li gorî esasê meşandina siyaseta demokratîk û çanda gelan xwe birêxistin dike. Sîstema Skotlandê ji aliyê dîrok û rêveberiya demokratîk ve bi sîstema xwe ya xweser modeleke bi hişmendî ye.
Herwiha di warê erdnîgarî û aborî de, bi taybetî bi saya petrol û xaza xwezayî ya ku li wir bi pirranî heye, bi awayekî xwezayî aboriya xwe jî bi awayekî xweser birêve dibe. Skotland xwedî roleke ye ku sîstem û rêveberiya herêmî esas digire. Bi taybetî di warên tenduristî, dad û çandê de xwedî biryar e. Lê di warên parastinê, yanî ewlehiya giştî û diyarkirina siyaseta derve de parlamentoya Îngilîstanê xwedî biryar e. Sîstema parlamenterî ya Skotlandê ya ku di sala 1999an de birêxistin bû û xwe dispêre pergala herêmî, ewlehiya xwe ya navxweyî birêxistin dike. Herwiha di warên dadmendiya civakî, tenduristî û şaredariyê de xwe bi awayekî xweser birêxistin dike. Ji bilî vê, ew rêxistin an meclis organa qanûndanînê ya herî bilind e; li ser bingeha perwerde, xizmet, saziyên zarokan, rêveberiya herêmî, herwiha avakirina rêyan, werzîş, saziyên çand û hunerê, bi aboriya xwe ya xweser û berhevkirina bacê xwe birêxistin dike. Di warê rêveberiya siyasî de jî têkiliyek di navbera şaredarî û rêveberiya herêmî de heye. Erka meclisa şaredariyê ew e ku di warê perwerdeyê de, bo nimûne diyarkirina siyaseta perwerdeyê, saziyên zarokan, saziyên ji bo kalan, werzîş, pirtûkxane û diyarkirina çavkaniyên darayî, hem bi çavkaniyên ku ji parlamentoya giştî ya Îngilîstanê tên dabînkirin hem jî bi diyarkirina çavkaniyên xwe yên darayî yên xweser erka xwe pêk bîne. Endamên rêveberiya şaredariyê bi îradeya gel tên hilbijartin. Di warê sîstema hiqûqê de sîstema xwe ya hiqûqê bi awayekî xweser dimeşîne. Di warê zanîngeh û akademiyan de jî xwedî sîstemeke xweser e û ev sîstem li hemû cîhanê tê naskirin. Lê pejirandina sîstema perwerdeyê bi rêya parlamentoya Îngilîstanê pêk tê. Di heman demê de saziyên Îngilîstan û Skotlandê, bo nimûne saziyên parastinê, têkiliyên derve û saziya aboriyê, di têkiliyên xwe yên di navbera hev de bi awayekî hevpar dixebitin. Lê saziyên Skotlandê di nava sîstema Îngilîstanê de cih nagirin. Sîstema herêmî jî serbixwe ye, lê di warê parastina neteweyî de her kes berpirsyar e. Rola meclisa gel jî ew e ku di warê şêwirînê de di navbera rêveberiya herêmî û gel de rola xwe bilîze. Lê xwedî hêza biryardanê nîne. Di warê partiyên siyasî de hemû partiyên siyasî di nava sîstemê de rola xwe dilîzin û di parlamentoya giştî ya Îngilîstanê de tên temsîlkirin. Ev nûner di heman demê de di parlamentoya Skotlandê û rêveberiya herêmî de cih digirin û rola xwe dilîzin. Tevgerên jin û ciwanan ji bo mafên jinan û wekheviya di navbera zayendan de tevdigerin. Tevgerên ciwanan herwiha nîqaşan dimeşînin û pêşniyarên xwe dişînin parlamentoya Îngilîstanê; biryara dawî li wir tê dayîn. Têkiliya di navbera parlamentoya Skotlandê û parlamentoya Îngilîstanê de jî paralel e. Her çiqas biryarên xwe bi xwe bide jî, di hin mijaran de biryara herî dawî parlamentoya Îngilîstanê dide. Bi giştî dema em sîstema Skotlandê dinirxînin, em dibînin ku modelek ji neteweya demokratîk temsîl dike. Ji ber ku gelek çand, gelek ziman, ol, bawerî û çand bi hev re dijîn. Li ser vê bingehê gel çiqas îradeya xwe di nava pergalê de temsîl bike, hêza demokrasiyê ewqas xurt dibe û rola desthilatdariyê ya dewletê bêbandor dibe. Di heman demê de modela dewlet + demokrasî ava dibe.
Di salên borî de li welatên Ereban pêla serhildanên Bihara Gelan li Tûnis, Misir, Libnan û Sûriyeyê pêş ket. Lê mixabin serhildanên gel ên ku li dijî desthilatdariya dewletparêz derketin holê, ev serhildan û serîhildan ji destê gel hatin dizîn û veguherîn şerên desthilatdariyê. Bi vî awayî şoreşên gelan ji armancên xwe dûr ketin û êdî nikarîbûn veguherîneke bingehîn pêk bînin. Yanî şoreşa civakî, siyasî, hunerî û ruhî, xweparastinê pêk neanîn. Ji ber vê yekê bihara gelan veguherî zivistana gelan û êdî şoreş pêk nehat.
Tevgera azadiya gelê Kurd, bi felsefeya Rêber APO li dijî zihniyeta dewletê, jiyana komûnal bi formûleke nû, yanî bi şêweyê Dewlet+Demokrasî derxist holê û şoreşa zihniyetê pêk anî. Ev paradîgmaya nû xwe dispêre sîstema komûnalîteyê; yanî îdeolojiya sosyalîzma demokratîk îfade dike.
Îro pirsgirêkên civakî di warên aborî, koçberkirin, êrîş, pirsgirêkên jin-mêr û pirsgirêkên malbatê de her ku diçe kûr dibin. Lê sîstem û modelên heyî nikarin ji van pirsgirêkan re bibin çareserî. Ji ber vê yekê pêwîstî bi sîstemeke ku xwe dispêre esasê civakê heye. Yanî pêwîstî bi modela komûnal heye. Modela komûnal a ku Rêber APO wekî Yekîtiya Komûnên Demokratîk pênase kiriye, rêveberiya rasterast a civakê esas digire. Ev sîstem jî li ser vê bingehê ava dibe: 1- Welatîbûna Azad, 2- Civaka Demokratîk, 3- Rêveberiya Herêmî ya Fireh; bi şêweyê xwe yê berbiçav şaredarî ye. Ev modela nû pirsgirêkan yek bi yek ji nû ve digire dest û rêyên çareseriyê dibîne. Vê yekê bi rêbazên komûnal û hevpar pêk tîne. Komûn bi projeyên modern û bi îradeya gel li dijî zihniyeta sîstema kapîtalîst xwe birêxistin dike û bi awayekî demokratîk xwe birêve dibe. Ji qalib û qanûnên cemidî dûr, rêbaz û prensîbên etîk-estetîk ji xwe re esas digire. Bi awayê meşandina siyaseta civakî ya demokratîk zihniyeta dewlet û desthilatdariyê pûç dike.
Komûn bingeha avakirina sîstema komûnal a demokratîk e. Rêbertî jî wiha dibêje: “Şaneya kok a qada civakî xwe dispêre komûnê. Komûn tê wateya civakbûnê. Di tenduristî, perwerde, ziman, çand, dîrok û werzîşê de; di her qadê de wê komûn bên avakirin. Di pîvaneke mezin de komûnên ziman, dîrok û felsefeyê dikarin bên avakirin.”
Herwiha malbat, eşîr û qebîle pêkhateyên bingehîn ên sîstema komûnal in. Têgeha civaka exlaqî û polîtîk li hember têgeha dewletê ye. Mînakên vê îro li ser rûyê erdê jî hatine pratîzekirin; bo nimûne li Bakurê Kurdistanê, Başûrê Kurdistanê, Mexmûr, Şengal û Rojavayê ev modela civakî heta astekê hatiye sepandin. Bi taybetî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi rêya perwerde, civîn, semîner, diyalog û pêşxistina çand û ziman beşdariyeke xurt a şoreşê hat misogerkirin. Li hember sîstema Baasê gel gihîşt astekê ji hişmendî û rêxistinbûnê û tekoşîneke dijwar hat meşandin. Herwiha di encama tekoşîn û berxwedaneke bêhempa de hêza xweparastinê bi awayekî xurt û berfireh hat avakirin. Ev hêza parastinê ya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi salan li dijî rejîma Baasê û çeteyên DAIŞê li ber xwe da. Li ser vê bingehê gelên Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pergala Rêveberiya Xweser a civaka demokratîk ji hemû cîhanê re ragihandin. Bi vî awayî ji bo rêveberiya civakê pergala komûnan hat birêxistinkirin. Li ser bingeha civakê, bi birêxistinkirina tax, gund û bajaran sîstema komûnê hat birêxistinkirin. Gel cara yekem bi îradeya xwe komûnên xwe birêve birin, nûnerên xwe bi xwe hilbijartin. Pergala xwe ya rêveberiya xweser meşand. Her çiqas ezmûna yekem be jî, sîstema xwebirêvebirinê ketiye meriyetê û hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên wekî Kurd, Ereb, Çerkez, Ermen û Asûrî îradeya xwe bi xwe temsîl dikin. Ol û baweriyên Misilman, Xiristiyan, Elewî û Êzîdî di nava pergala rêveberiya xweser de tên temsîlkirin. Ji ber vê yekê her pêkhate bi berpirsyariya xwe ya xwezayî li ser bingeha peymana civakî li hev dike û xwedî li sîstema xwe ya rêveberiya xweser derdikeve. Lê ev nayê wê wateyê ku sîstema komûnê li gorî armanca avakirina xwe hatiye birêxistinkirin. Li ser vê bingehê kêmasiyên ku em dikarin binirxînin ev in: bi awayekî stratejîk li pergala komûnan nehatiye nêrîn, yanî nêzîkatiyeke taktîkî pêş ketiye. Herwiha sîstema komûnê bi tevahî nehatiye jiyandin. Yanî hemû endamên saziyan di nava pergala komûna tax an gundê xwe de cih nagirin. Ev rewş dibe sedem ku di navbera hemû sazî û komûnan de qutbûnek çêbibe. Endamên saziyan herwiha xwe li hember komûnan berpirsyar nabînin. Ev jî çavkaniya xwe ji baş fêmnekirina pergala komûnan digire. Kesê ku endamê komûneke li gund an taxê ye, di heman demê de dikare endamê saziyeke an rêxistinbûneke din be jî. Qutkirina pergala komûn û saziyan ji hev, tê wateya nêzîkatiyeke pozîtîvîst. Ev jî dibe sedema pêşketina nêzîkatiya endezyariya civakî; bi vî awayî têgihîştinên desthilatdar, xweperest û bûrokratîk pêş dikevin. Têgihîştina perçekirinê dibe sedem ku pergala civaka demokratîk perçe bibe û ruhê wê yê komûnal negihîje şêwe û armanca xwe. Lê rêbaza dualîteyê dihêle ku mirov pergala xwe ji nû ve bigire dest û xwe ji nû ve ava bike. Heke rêbaza nirxandina ezmûnên bidestxistî bê esas girtin, ders jê bên derxistin û bi rêya diyalogan çareserî bên pêşxistin, wê plan û bernameyên bingehîn ji bo civakê bên diyarkirin.
Li Bakurê Kurdistanê jî li ser bingeha ragihandina Konfederalîzma Demokratîk dewleta Tirk a dagirker êrîşên hov li dijî gel pêk anîn; lê sîstema civaka komûnal bi awayekî birêxistin tê meşandin. Di warên şaredarî, rêveberiya herêman, birêxistinbûna parêzvanên jîngehê û avakirina meclisên gel de, belavbûna sîstema civaka demokratîk li kokên civakê tê misogerkirin. Bi rêya partiyên siyasî, zanist, çand û hunerê em hewl didin sîstema civaka demokratîk a ku xwe dispêre hemû pêkhateyan pêş bixin.
Herwiha li Şengalê ku gelê herî kevn lê dijî û bingeha wê komûnal e, çanda komûnê heta îro hatiye parastin. Li ser vê bingehê sîstema komûnal wekî enerjiyeke herikbar li hemû kok û çiqilên civakê belav dibe.
Li Rojhilat û Başûrê Kurdistanê jî nirxên komûnal pir li pêş in. Em dibînin ku dilê civaka xwezayî îro di navbera du çeman de lê dide; her çiqas sîstema dewlet-neteweyê bi rêbazên nazik polîtîkayên asîmîlasyonê li ser gel ferz dike jî, gel heta îro bi nirxên çanda komûnal civakbûna xwe diparêze. Ji ber vê yekê pergala komûnê di nava civak û gelan de herî zêde bi awayekî xwezayî pêk tê. Ev jî nîşan dide ku sîstema Neteweya Demokratîk ji bo civakê sîstema herî rast e.
Modernîteya demokratîk xwe li ser sê lingan ava dike û lingê yekem neteweya demokratîk e. Rêber APO jî dibêje, dema ku neteweya demokratîk a ku tê wateya “komûna komûnan” tê pênasekirin, ev tê wê wateyê ku bi îrade û hêza xwe, bêyî ku xwe bispêre dewletê, pergala jiyana xwe diyar bike û xwe birêve bibe. Bi vî awayî hemû civak dikarin di nava vê pergalê de cihê xwe bigirin.
Lingê duyem ê modernîteya demokratîk: li hember endustriyalîzmê eko-endustrî ye. Rêbertî jî wiha dibêje: “Ji ber kapîtalîzma heyî hemû xweza ji îstîsmarê re vekirî bûye û nirxa zêde tê hilberandin. Endustriyalîzm, di warê desteserkirinê de rêbaza herî qirêj a kapîtalîzmê ye.” Li hember cinawirekî wiha yê kapîtalîzmê, bi avakirina pergaleke eko-endustriyel, yanî bi pêşxistina komûna aboriyê civak dikare debara xwe dabîn bike.
Ji aboriya ku tê wateya debara malê û bi destê jinê derketiye holê, mixabin îro jin bi zorê hatiye dûrxistin. Ji ber vê yekê divê jin di nava pergala modernîteya demokratîk de careke din pêşengiya aboriya komûnal bike. Jin bi esasê xwe yê ku xwe dispêre wekhevî û dadmendiyê, dikare pêşengiya aboriyeke ku xwe dispêre xwezayê bike.
Lingê sêyem ê modernîteya demokratîk, li hember civaka kapîtalîst avakirina civaka demokratîk/komûnal e. Yanî ji nû ve vejandina esas û nirxên civakê ye. Îdeolojiya pergala kapîtalîst lîberalîzm, xwe dispêre azadiya takekesî û di heman demê de takekes ji civakê qut dike. Yanî li dijî civakbûnê ye. Li hember zihniyeta vê kasta qatil, Rêbertî pergala komûnê wiha pênase dike ku komûn xisûsiyet û karaktera civakê ye. Komûn şêweyê hebûna civakê ye; civak li ser vê yekê beden digire. Komûn di esasê xwe de hem azadî û wekheviyê temsîl dike hem jî xwedî taybetmendiyên demokratîk e.
Herwiha taybetmendiyên komûnê xwe dispêrin prensîba sosyalîzmê û sosyalîzma komûnê bi prensîba demokrasiyê tê birêvebirin. Yanî komûn nîqaşên xwe bi xwe dimeşîne û li ser şêweyê jiyana komûnal projeyan pêş dixe û biryaran digire. Hemû xebatên civakî jî dikarin bi rêya komûnan bên birêxistinkirin. Ev tê wê wateyê ku divê hemû sazî û rêxistin bi hev re di nava têkilî û girêdanê de bin. Her çiqas her komûnek xwedî xweseriya xwe be jî, di heman demê de dibin endamê komûna tax an gundê ku lê dijîn û xwe li hember wê berpirsyar dibînin. Bi vî awayî wê xwîn di bedenê de bi rehetî biherike û jiyan bi şêweyekî dînamîk û herikbar bimeşe.
Sîstema komûnê li ser stûnên bingehîn ên civakê xwe birêxistin dike. Bê guman çawa ku komûna yekem li ser axa Kurdistanê li dora jin-dayikê pêş ket, îro jî bi şoreşa duyem û bi pêşengiya jinê, jin li ser axa Kurdistanê careke din pêşengiya Yekîtiya Komûnên Demokratîk dike. Em dikarin bala xwe bidin çend mînakên komûnên ku me ava kirine:
Komûna Jina Azad: Çawa ku jin-dayikê bi enerjiya xwe ya herikbar zanista jiyana komûnal li dora civaka xwe pêş xist, îro jî wê jin pêşengiya avakirina komûnan bike. Bi taybetî pêşxistina zanista jinê Jineolojiyê, herwiha naskirina xwe û hebûna xwe, xurtkirina birêxistinbûna civakê li ser bingeha zanista sosyolojiyê, bi pêşengiya jina azad mimkun dibe. Li hember sîstema mêr, di warê xweparastinê de avakirina sîstema komûnên xweser û afirandina qadên azad ji bo jinan pir girîng e. Li hember rastiya mêrê serdest û zextên malbatê, afirandina qadên azad ên jinan, qadên xweser armanca sereke ye. Afirandina komûnên xweser û qadên azad ên jinan di avakirina civaka komûnal de xwedî roleke diyarker û bingehîn e. Hem di avakirina aboriyê de hem jî di warên xweparastin, akademî, perwerdeya zarokan, çand û hunerê de komûnên jinan xwedî rola sereke ne.
Komûnên Zarokan an Berpirsyariya Komûnê li Hember Zarokan: Zarok bingeha avakirina pêşeroja civakê ne. Lê ji ber zihniyeta dewletparêz û zayendperest a ku di nava malbatê de pêş dikeve, zarok nikare bi awayekî tendurist bijî û xewnên xwe yên azadiyê nikare bijî. Ji ber vê yekê zarok ne bi sîstema malbatê ne jî bi sîstema dewletparêz dikarin bên mezinkirin. Wê zarok di nava sîstema komûnê de bên perwerdekirin û mezinkirin.
Komûna Xweparastinê: Hêmana herî bingehîn a sîstema komûnal aliyê parastinê ye. Xweparastin ji destpêka dîroka mirovahiyê heta îro rastiyeke zindî ye. Civaka ku bi salan bi şêweyê komûnê jiyana xwe domandiye, li hember her cure xetere û gefan her tim sîstema xwe ya parastinê ava kiriye. Di vê wateyê de di nava sîstema komûnan de xweparastin mijareke jiyanî û girîng e. Li her tax, gund û bajarî, heta li her komûnê, pêwîst e bi têgihîştina xweparastinê bê zanîn ka wê li hember her cure êrîşa muhtemel çawa xwe biparêzin. Pêşxistina xweparastinê û birêxistinbûna bi ruhê komûnal divê li hemû beşên civakê bê esas girtin. Bi taybetî di vê pêvajoya ku em dijîn de, bi şerên bi balafirên bêmirov, çekên kîmyewî, fosfor, hewldanên şerê navxweyî û pêşxistina zekaya çêkirî civak rastî bombebaraneke giran tê. Gel bi zorê ji cih û warê xwe tê koçberkirin. Bi vî awayî hewl didin pergala civakî belav bikin. Çand û dîroka civakan tune dikin, bi rêya fuhûş û madeyên hişbir takekesên civakê bêhiş dikin. Li hember vê zihniyeta kapîtalîst xweparastina di asta herî bilind de pir girîng û jiyanî ye. Lê em pir baş dizanin ku tu bûyer, rewş û êrîş ji civakbûnê mezintir nîne. Her çiqas bi rêbazên herî qirêj ên şerê taybet êrîş bikin jî, civak her tim li ber xwe dide û hebûna xwe diparêze.
Rola Qebîle û Eşîran di Sîstema Komûnê de: Dîroka eşîr û qebîleyan pir kevn e. Dîroka wan bi qasî salên 5000–6000 B.Z. vedigere. Qebîle û eşîr xwe li ser bingeha civaka komûnal birêxistin dikin. Çanda civaka komûnal çandeke pir xurt bû. Bo nimûne takekes ji bo eşîra xwe şer dikir û hev diparastin; qebîle an eşîr jî ji bo parastina takekesên xwe hewldan û berxwedanên mezin nîşan didan. Mirov dikare bibêje ku sîstemeke parastina hevbeş bû. Yanî takekes ji bo eşîrê, eşîr jî ji bo takekes xwe feda dikir. Lê çawa ku êrîşa yekem li dijî komûna jin-dayikê pêş ket, êrîşa duyem jî li dijî qebîle û eşîran pêş ket. Li hember van êrîşan jî civak bi şêweyê qebîle û eşîran birêxistin bû û asta xweparastinê bi awayekî xurt pêş xist. Îro jî qebîle û eşîrên ku domdariya nirxên komûnal in, bi vegera li esasê xwe yê resen dikarin bibin hêza pêşeng a civaka komûnal. Ji ber ku îro hêzên hegemonîk ên ku xwe dispêrin zanista pozîtîvîst, rola qebîle û eşîran berevajî kirine û bi rêbazên şerê taybet hewl didin wan ji hev cuda bikin û bixin xizmeta berjewendiyên xwe. Lê di nava paradîgmaya civaka komûnal a demokratîk de, ku bi navê Yekîtiya Komûnên Demokratîk jî tê naskirin, qebîle û eşîr dikarin xwe temsîl bikin û bi yekîtiyeke xurt her cure êrîşa şerê taybet a hêzên hegemonîk pûç bikin.
Şaredarî: Wekî ku Rêbertî di manîfestoyê de diyar kiriye: “Bi rêya şaredariyan jî civaka komûnal dikare bê livandin.” Ji tevgerên şaredariya demokratîk ên ku temsîla bingehîn a rêveberiya herêmî pêk tînin heta komûnên gund û taxan, kooperatîf û saziyên civaka sivîl, mafên mirovan, mafên zarokan, tevgera ciwanan û tevgera azadiya jinan, birêxistinbûna aborî û mafên heywanan, civak dikare bi awayekî berfireh bê birêxistinkirin.
Li gorî van pênaseyan tê dîtin ku rola şaredariyan di rêveberiya civakê de pir girîng e. Lê zihniyeta dewletparêz naveroka şaredariyê vala kiriye. Di rastiyê de şaredarî pergalek e ku xwe dispêre bingehên komûnal. Lê sîstema dewlet-neteweyê şaredarî jî veguherandiye navendeke çavdêriya polîsî. Ji bo vê yekê, ji bo ku bîst û çar saetan wê di bin çavdêriyê de bigire, her tim mirovên xwe di şaredariyan de bicih dike. Herwiha rêveberiya şaredariyê bi awayekî demokratîk nayê hilbijartin. Berevajî vê, ji aliyê dewletê ve tê tayînkirin û sîstema şaredariyê ya rejîma dewletparêz ji civakê qut çêdibe. Yanî îradeya civakê nayê dîtin; heta dewlet anîna ser erkê û ji erkê dûrxistinê wekî mafê xwe dibîne. Lê şaredarî, wekî ku Rêbertî di parastinên xwe de pênase kiriye, dikare bi rêya tevgerên Şaredariyên Azad xwe birêxistin bike. Ji ber vê yekê qada herî girîng a ku divê bê demokratîzekirin qada şaredariyê ye. Ev jî di heman demê de nîşan dide ku pêwîstî bi veguherîneke demokratîk heye. Gund, bajar û gundên çiyayî ji bo avakirina çanda demokrasiyê dibin bingehên herî xurt. Ji ber vê yekê gava yekem a ku divê bê avêtin ew e ku gel bi îradeya xwe nûnerên xwe bi xwe diyar bike, yanî rêveberiya civaka komûnal diyar bike. Heke gund û bajar jiyana xwe bi çanda demokrasiyê birêve nebin, ne mimkun e ku şaredarî demokratîk be. Ji ber vê yekê pir girîng e ku em li ser pergala şaredariyê û saziyên girêdayî wê rawestin. Li ser vê bingehê rola şaredariyê ew e ku bi rêya têkiliyên di navbera komûn û şaredariyê de hemû jiyana civakê birêxistin bike.
Şaredariyên gund û bajaran divê bi awayekî hevseng û demokratîk di nava diyalogê de bin. Ew dikarin pirsgirêkên civakî û xwezayî yên derbarê şêweyê rêveberiya jiyana gund û bajarên xwe û jiyana civakî de bi rêya nîqaşên demokratîk çareser bikin. Herwiha divê biryarên komûnê rasterast parve bikin û hewcedariyên herêmî bi cih bînin. Şaredarî û meclisa bajêr jî hemû hewcedariyên civakê bi awayekî hevpar birêxistin dikin. Bo nimûne di warên perwerde, avakirina akademî û saziyên perwerdeyê, xizmet, dîplomasî, aborî û tenduristiyê de pêwîst e her kes bi awayekî hevpar birêxistin bibe; bi vî awayî şaredarî li hember têgihîştinên zayendperest, netewperest û desthilatdar tê parastin û nakeve bin serweriya hêzên desthilatdar. Şaredarî herwiha di navbera civak û dewletê de rola pirê dilîze. Lê xala herî girîng ew e ku rola civakê cemidî nemîne. Li ser bingeha parastina xwezaya gund û bajaran, divê em projeyên darçandinê, paqijkirina jîngehê û bi awayekî hevpar alîkariya hev kirinê veguherînin çandeke jiyanê. Bi vî awayî çanda demokrasiyê bi awayekî xwezayî çêdibe. Lê ji ber şer, talan û bikaranîna madeyên kîmyewî, herwiha zêdebûna wesayît û fabrîkeyan û qirêjiya jîngehê, xweza û mirovahî rû bi rûyê felaketeke mezin dimînin. Şaredarî, bi rêya civakê sîstema komûna şaredariya azad fireh dike û dibe cihê nîqaş û biryarên kolektîf. Ji ber vê yekê ji bo xweşikbûn û xemilandina bajar, tax û gundan divê hemû takekesên civakê bi awayekî hevpar û kolektîf tevbigerin û kar û xebatan bimeşînin.
Aboriya Komûnal: Ji bo ku pergala civaka demokratîk di çarçoveya civakeke exlaqî û polîtîk de pêş bikeve, divê di çarçoveya polîtîkayên aborî yên ku xwe dispêrin bingehên demokratîk de kooperatîf bên pêşxistin. Erka sereke ya ku divê ji bo avakirina pergaleke aborî ya demokratîk bê kirin ew e ku em aboriya ku ji destê civakê hatiye girtin, bi rêya kooperatîfan dîsa bidin milkiyeta civakê. Wateya peyva kooperatîf jî komeke mirovan e ku li hev kom bûne û bi piştevaniyê hewcedariyên xwe bi cih tînin. Kooperatîf tevgerên aborî ne ku xwe naspêrin tu çîn an girseyê û li ser bingeha hewcedariyan bi hev re dixebitin. Ji bo avakirina pergalên kooperatîfan divê rola pergala demokratîk di avakirina civakî de rast bê fêmkirin. Li cihê ku pergaleke demokratîk tune be, pergala kooperatîfan nayê pêşxistin. Li hember êrîşên li ser civakê heke kooperatîf rast bên pênasekirin û bixebitin, wê bi rêjeyeke mezin bersiva hewcedariyan bidin û êrîşên aborî wê pûç bibin. Pergala kooperatîfan hewcedariyên gel ji her alî ve diyar dike û van hewcedariyan bi cih tîne. Kooperatîf çiqas xwe bispêre hêza xweser a civakê, ewqas pirsgirêkên birçîbûn û bêkariyê jî çareser dike. Bo nimûne xwezaya Kurdistanê, bi taybetî ax û ava wê bi bereket e. Bo nimûne ji bo pêşxistina pratîkî ya kooperatîfan divê gelek cureyên komûnan bên pêşxistin.
Axa Kurdistan û Rojhilata Navîn pir bi bereket û berdar e; lê mixabin gelê çar parçeyên Kurdistanê îro di encama polîtîkaya dewlet-neteweyê de di rewşeke giran a bêkariyê de ye. Bê av, bê ax û bê enerjî dijî. Bi avakirina komûnên kooperatîf civak dikare hemû hewcedariyên xwe bi cih bîne. Li dora çemên Dicle û Firatê axên bi bereket hene û bi sedan projeyên aborî û ekolojîk dikarin bên pêşxistin. Bo nimûne ji avakirina komûnên enerjî, av û çandiniyê heta pêşxistina daristanên cur bi cur.
Komûna Enerjiyê: Ev komûn wê bi zihniyeteke hevpar û piştevan bi hemû endamên komûnê re di nava nîqaşê de be; bi vî awayî wê projeyên hemdem ên ji bo hilberîna elektrîka xwezayî bi rêya av, enerjiya rojê, enerjiya bayê, herwiha enerjiya li ser erdê û di binê erdê de, bi awayekî xwezayî yê ku zirarê nade xwezayê pêş bixe û di xizmeta komûn û civakê de bixebite.
Komûna Çandiniyê: Axa Kurdistanê pir bi bereket e. Ji ber vê yekê bi sedan komûnên çandiniyê û bi sedan projeyên çandin û daristaniyê dikarin bên pêşxistin. Herwiha xwedîkirina heywanan, sûdwergirtina ji wan û bi awayekî hevpar parvekirin, dikare bi siyaseteke komûnê ya rast pêk bê.
Komûna Avê: Av hewcedariya herî bingehîn a xwezaya yekem û duyem e. Bê av jiyan jî nabe. Ji ber vê yekê bi hişmendiya zanista civakî, projeyên parastina avê dikarin bi awayekî hevpar bên pêşxistin. Em dikarin avê di navbera hemû şaxên civakê de bi awayekî hevpar û wekhev parve bikin. Li ser vê bingehê wê projeyên aboriya komûnal li her qada civakê berdar bin û bibin malê hemû civakê.
Komûna Tenduristiyê: Xwebûn yek ji mijarên herî bingehîn ên civaka demokratîk e. Xala herî girîng ew e ku civak bi awayekî tendurist bijî. Civaka tendurist di heman demê de takekesên tendurist çêdike. Heke bi vê felsefeyê bijî, dikare di qadên hişî, îdeolojîk û ruhî de jî li hember nexweşiyên sîstema kapîtalîst raweste û xwe biparêze. Ji ber vê yekê li hember nexweşiyên kapîtalîzmê yekane şoreş civakbûn e. Di vê wateyê de tenduristî hêmana herî girîng a komûnê ye. Ji ber vê yekê divê her endamê komûnê bi têgihîştina tenduristî û parastina xwezayê nêzî jiyana xwe bibe, civaka xwe ya komûnal a demokratîk biparêze. Civaka ku xwe bi zanist, exlaq, polîtîka û azadiyê pênase dike û bi awayekî tendurist dijî, wê jiyana xwe ya civakî bi awayekî bi bandor ji her cure nexweşiyê biparêze û xwe birêve bibe.
Rola Takekesên Azad di Komûnê de: Takekesê jin an mêr ê ku di nava sîstema komûnê de xwe birêxistin dike, dibe xwedî îrade, raman û dîtin; dikare ramanên xwe di komûnê de bi awayekî azad û demokratîk bîne ziman û bi awayekî demokratîk ê rasterast beşdarî komûnê bibe. Herwiha her kes dikare li gorî jêhatîbûn, hêz û hunera xwe di nava komûnê de cih bigire û bibe xwedî rol.
Komûna Felsefeyê: Felsefe tê wateya zanista zanînê. Ji ber vê yekê heke felsefeya kesekî an civakekê tune be, jiyana wê jî mimkun nabe, yanî bêwate dibe. Lê pêvajoya klanê ya ku li dora jin-dayikê pêş ket, merak û lêgerîna derbarê jiyan û gerdûnê de bi xwe re anî. Bi gotineke cih de, dayik zanyar û fîlozofa herî mezin a gerdûnê ye. Bi vê hêz û enerjiya xwe jiyan û civak afirand. Xweşikbûna jiyanê jî girêdayî felsefeyê bû. Herwiha Zerdeşt ê ku felsefeya xwe li ser dualîteyê, yanî duyîtiyê pêş xist, bandoreke jiyanî li ser civakê çêkir. Sokrates ê ku bala civakê kişand ser zanîna ‘xwe nas bike’ jî bi rêya diyalogan civak ronî kir û hişyar kir. Sîstema kapîtalîst a îroyîn jî civak ji rastiya wê ya ku her tim di lêgerîna zanîna gerdûn û derdora xwe de ye dûr xistiye, bêfelsefe û bêzanist hiştiye; bi vî awayî dixwaze civak tenê rojane bijî. Civaka bêfelsefe, civaka bêruh e. Ji ber vê yekê di nava sîstema neteweya demokratîk de em komûnan li ser bingeha felsefeya ‘xwe nas bike û xwe bide naskirin’ ava dikin. Rola komûnên felsefeyê di nava civakê de ew e ku diyalog û nîqaşan bi civakê re pêş bixin, raman û dîtinên xwe bi azadî bi hev re parve bikin û nîqaşên li ser etîk û estetîkê bidomînin. Herwiha divê derbarê siyasetên rojane de bi ruhê komûnal biryaran bigirin û derbarê debara jiyana xwe de dîtinan pêş bixin. Li ser vê bingehê, bi avakirina komûn û akademiyên felsefeyê yên ku erka wan avakirina evîna zanistê û felsefeya jiyana komûnal e, divê em lêgerînên ku ji kesayetê heta civak, xweza û gerdûnê dirêj dibin nîqaş bikin. Divê em bersiveke rast bidin pirsa çawa bijîn û felsefeyeke ku xwe dispêre jiyana azad pêş bixin.
Erka Kadroyên Pêşeng di Avakirina Yekîtiya Komûnên Demokratîk de: Di dirêjahiya herikîna çemê dîrokê heta îro, di hemû tevgeran de rola pêşengiyê diyarker e. Ji ber vê yekê bi pêşengiya jin-dayikê, bi nirxên exlaqî û komûnal ên ku civak birêve dibirin, herwiha bi pêşengiya pêxember û fîlozofan nirxên civakî dihatin parastin û meşandin. Armanca her fîlozof û pêşengekî zanistê ew e ku civakê ronî bike û bigihîne wê astê ku civak bikare xwe birêve bibe. Ji ber vê yekê di avakirina Yekîtiya Komûnên Demokratîk de jî pêwîstî bi pêşengiyeke ku dil û mêjiyê xwe bi civakê re dike yek heye.
Divê kadro bi têgihîştineke ji yekbûnê ber bi gerdûnîbûnê ve û bi avakirina felsefeya jiyana komûnal rola pêşengiyê bilîze. Kadroyên pêşeng herwiha zanista sosyalîzma demokratîk û çanda rêveberiya demokratîk her kêlî zindî digirin. Bi felsefeya “civak divê çawa bijî, sîstema komûnên demokratîk divê çawa bê avakirin”, divê pêşeng her tim bi evîneke mezin di nava tevgerê de be û di asta rêxistinî de ji civakê re bibe mînak. Pêşengên komûnan herwiha divê zanista hebûnê û gihandina hişmendiya xwe ya asta gihîştinê di xwe de pêş bixin. Gihîştin an şêwegirtina wê, tê wateya rêxistinbûna herî xurt jî; yanî divê her pêşengek bi sedan komûnan birêxistin bike û sîstema civakî xurt bike. Pêşeng çiqas bi zanîna nirxên komûnal ên dîrokî bê tejîkirin, ewqas dikare xwe û civakê li hember têgihîştinên dewletparêz, zayendperest, zanistperest û olperest biparêze. Bi vê pîvanê jî wê bikaribe li hember pergala desthilatdariyê sosyalîzma demokratîk ava bike.
Dîrok Kahraman
